Cîhan
Li ciyê bazarê teqîn: 8 kustî û 13 birîndar
PeyamaKurd – Li Somaliyê li devera Berdale li ciyê bazarê teqînekî pêkhat û di encamê de 8 kes mirin û 13 kes birîndar bûn. Ragihandin ji aliyê rêvebirê polis Muhammed Ahmed Isaq de hat kirin. Isaq weha got:
“Têkiliya me bi deverê re hat birin. Tenê em niha dikarin bêjin ku herî kêm 8 kes mirine û 13 kes birîndar bûne. Ji birîndaran rewşa 3 kesan xerabe.”
Heya niha kes bûyerê negirtiye ser xwe lê li Somaliyê rêxistina Eş-Şebabê gelek cara li hêzên asayîşê û sîvîlan dixe.