Li Deraayê hêzên rejîmê ketin herêma muxalîfan
PeyamaKurd – Li rojavayê çolwara Sûriyê Deraayê, aloziya di navbera hêzên rejîmê û şêniyan de rageşî berdewam dike.
Çavkaniyên xwecihî eşkere dikin, hêzên rejîma Sûriyê li herêma başûr bi topên hawanê, bi şêniyên wê derê re li hev dixin.
Li nêzî febrîqa çimento, hêzên rejîmê hewl da xala kontrolê ya ewlehiyê bi dest bixin, lê “mîlîsên xwecihî” destûr neda. Di encama pevçûnê de hin sivîl jî birîndar bûn.
Ji rûniştvanên herêmê Muhammed Zubi diyar kir, hêzên rejîmê ketine başûrê herêma Tafasê û bînayên li ser rêya Yaduda û baregeheke girêdayî mîlîsên çekdar ên Haldûn Zûbî jî bi dest xistine.
Heyeta rejîma Esed destnîşan kir ku hin komên DAIŞ û terorîstên din li Tafasê xwe vedişêrin û ger ji wê derê neyên derxistin an jî xwe radest nekin, em ê operasyoneke berfireh pêk bînin.