Cîhan
Li Derayê 6 leskerên Sûriyê hatin kustin, 2 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 19ê Tebaxê li gundewarên rojavayê bajarê Dera yê Sûriyê mayinek bi hêzên rejîma Şamê de teqiyaye û di encama teqînê de 6 leşkerên Sûriyê hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro Pêncşemê mayinek bi erebeyeke leşkerî de li ser rêya Şebreq a di navbera bajarokên Nafea û Eyn Zikir a li rojavayê Derayê de teqiya û di encamê de esferek û 5 leşkerên hêzên rejîma Sûriyê hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Hêjayî gotinê ye, doh 18ê Tebaxê jî li bajarok û bajarên Derayê xelkê deverê xwepêşandan li dar xistibûn û nexşerêya çareseriyê ya Rûsyayê red kiribûn.