Cîhan
Li Dêrezorê êrîs birin ser HSDê: 3 birîndar
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Sûriyê li devera Dêrezorê di êrîşekî de 3 şervanên HSDê birîndar bûne. Li gor ragihandina navenda têkiliyên çapemeniyê ya HSDê, êrîş li rojavayê Dêrezorê li ser rêya Ebû Haşabê çêbûye. Hat gotin ku êrîş ji aliyê DEAŞ ê de çêbûye û navend weha got:
“Di encama êrîşê de 3 şervanên me birîndar bûn. Di şerê li hemberê DEAŞ ê de fermandarekî me ku roleka wî ya baş heye, bê birîndarî rizgar bûye.”