TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Derya Marmarayê erdhejeke tirsnak!

Admin L
Nivîskar
📅 08 mijdar 2023 14:34

PeyamaKurd – Li Derya Marmarayê li peravên Balıkesirê bi lerza 4,1 erdhejek pêk hat.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) hat dayîn, erdhejeke bi lerza 4,1an ku navenda wê Derya Marmarayê ye hat tesbîtkirin.

Erdheja ku di saet 23.05an de 3.1 kîlometre dûrî peravên Balikesîrê pêk hat 4.3 kîlometre di bin erdê de çêbû.

Rasatxaneya Kandîlliyê û Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê ya Zanîngeha Bogazîçiyê got, hêza erdhejê 4,5 e.

Rasatxaneya Kandîlliyê kûrahiya erdhejê weke 8,3 kîlometre eşkere kir.

Parve bike: