TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Derya Reş dagirtina tankêrên petrolê rawestiya

Admin M
Nivîskar
📅 20 tîrmeh 2026 21:33

PeyamaKurd – Konsorsiyoma Xeta Borûyê ya Hazarê (CPC) ragihand ku piştî bi balafirekî bê mirov li tenkêrekî petrolê xistine, bi sedema ewlehiyê, barkirina petrolê ya li îstasyonan car din rawestandine.

Îro bi balafirekî bê mirov li tankêra petrolê ya bi navê “Nelsa” xistibûn, di tankêrê de şewat derketibû lê agir vemirandibûn. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku 22 muretebatên navdewletî yên tankêrê tehliye kirine û di tankêrê petrol naherike nav deryayê.

Do jî di termînala CPCê de dema tankêra "ASIA" û "NISSOS IOS" petrolê bar dikirin, bi İHAyan êrîşê wan kiribûn û sewqiyata petrolê ji bo demkî rawestandibûn.

Petrola ku ji Kazakistanê dertê ya peravên derya Hazarê diçe lîmana Rûsyayê ya bi navê Novorossiyskê. Dirêjahiya xeta petrolê (CPC) li dora 1510 km ya ye. %80 petrola Kazakistanê di vê xetê de diçe bazara dinyayê.

Parve bike: