Cîhan
Li Deryaya Egeyê di du bûyerên cuda de 12 koçber xeniqîn
PeyamaKurd - Pasewanên Peravê yên Yewnanistanê ragihandin ku îro (19ê Cotmeha 2026an) di du bûyerên cuda de li Deryaya Egeyê, 12 koçberên ku dixwestin derbasî Yewnanistanê bibin canê xwe ji dest dan.
Di bûyera yekem de ku li nêzîkî girava Lesbosê qewimî, belemeke koçberan li keştiyeke polîsan qelibî û di encamê de 6 kesan (zarokek û 4 jin jî di nav de) jiyana xwe ji dest dan.
Di bûyera duyem de jî li nêzîkî girava Samosê belemeke biçûk noqî avê bû û 6 koçberên din xeniqîn.
Kurd di nava wan koçberên ku li Egeyê xeniqîne de nîne. Deryaya Egeyê ku ji ber nêzîkbûna bi beravên Tirkiyeyê re yek ji rêyên sereke û metirsîdar e, ji ber qeyikên neewle û barkirina zêde ya qaçaxçiyan her dem dibe şahidê karesatên bi vî rengî.