Cîhan
Li Deryaya Egeyê erdhej çêbû!
PeyamaKurd – AFADê ragihand ku erdhejeke bi lerza 4,2an ku navenda wê Deryaya Egeyê ye çêbû. Bi kûrahiya erdheja ku di saet 11.53an de pêk hat 7 kîlomêtro hat pîvandin. Erdhej li hin navçeyên Îzmîrê jî hat hîskirin.
Li Deryaya Egeyê di saet 11.53an de bi lerza 4,2an erdhejek pêk hat. Ji ber erdheja ku li hin taxên Îzmîrê hat hîskirin di demeke kurt de bû sedema panîkekê, lê belê tu rewşek neyînî derneket.
Erdheja ku kûrahiya wê ji aliyê AFADê ve 7 kîlometre hat pîvandin, li Îzmîr û derdora wê jî hat hîskirin. Têkildarî erdhejê ti bûyerên neyînî nehatin ragihandin. Rasatxaneya Kandîlliyê mezinahiya erdhejê 4,1 ragihand.