Cîhan
Li devera Biden tatîl dike balafireka bi guman dîtin û F-16 bi hewa ketin
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li eyaleta Nevadayê tatîl dike û seha hewayî ji bo balafiran bo demkî hatibû qedexekirin. Balafirekî sîvîl seha qedexekirî îhlal kir û balafirên F-16an bi hewa ketin û balafirê ji sehayê dûr kirin.
Li gor ragihandina NORADê; ajotvanên balafirên F-16 ji bo bala ajotvanê balafira sîvîl bikşînin fişeka îşaretê avêtin.
Bûyer ber destê siba Amerîkayê çêbûye û seha tatîlê ya Gol a Tahoe ji bo balafiran hatiye girtin.