Cîhan
Li dijî endama Meclîsa Sûriyê ya Demokratîk suîqest!
PeyamaKurd- Li Sûriyê li bajarê Hesekê li dijî endama Meclîsa Sûriyê ya Demokratîk Dîlan Şeyh Mahmûd êrîşeke bombeyî hate kirin. Di encama êrîşê de Dîlan Şeyh Mahmûd jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyên herêmî wextê ku Dîlan Şeyh Mahmûd li mala xwe bû êrîşa bomboyî li dijî wê pêk hat. Di encamê de Dîlan Şeyh Mahmûd û birayê wê Dilyar jî jiyana xwe ji dest dan.
Bûyera bombeyî li Taxa Ezîziyê ya Hesekê seet li dora 06:00an çêbûye. Heta niha ti kesî ev êrîş negirtiye ser xwe. Endamên asayîşa Hesekê li cihê bûyerê lêkolînê dikin.