Cîhan
Li dijî Erdogan bi hezaran kes derketin nav kolanên Almanyayê
PeyamaKurd - Bi hezaran dijberên Erdoganê Serokkomarê Tirkiyê li bajarên cûrbicûr ên Almanyayê Berlîn û Kolnê xwenîşandan bi rê xistin.
Li Mêdyayan roja şemiyê qala dewama kombûna itirazî ya bi hezaran kesî ji dijberên Erdogan li bajarê Kolna Almanyayê kirin.
Li gorî Associated Pressê, Erdoganê Şemiyê gihîşte Almanyayê û taşteya karî bi Mêrkelê ra xwar. Ew biryar e bi alîkariya vî welatî li bajarê Kolnê mizgeftekê veke.
Ev di rewşekê da ye ku bi hezaran kes bi nîşana nerazîtiya li hemberî sefera Erdogan bo Almanyayê êvara Îniyê li Berlînê dijî wî derketin nav kolanan.
Sefera Erdogan ji bo kêmkirina kêşeya navbera du welatan pêk hatiye. Almanya û Tirkiye li ser mijarên weke zindanîbûna nûçegihanê almanî li Tirkiyê bikêşe ne.