Cîhan
Li dijî FETÖ yê operasyoneka mezin
PeyamaKurd- Li Tirkiyê li dijî rêxistina FETÖ yê 71 kes hatin binçavkirin. Li bajarê Behra Egeyê li Çanakkaleyê bi sedeam ku di artêşê de xwe birêxistine 22 kes, li Egeyê 25 doktor, leşker û mamoste, li Ankara, Îstenbol û Konyayê bi sedema ku ByLockê bikaranîne 24 kes hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Çanakkale di çarçoveya xwebirêxistina di nava hêzên bejayiyê de, di mijara kripto de 22 kes wê di bin çav de îfade bidin.
Bi sedema biryara dogeriyan, hêzên asayîşê ketin nava operasyonan û gelek kesên ku dihatin xwestin, hatin binçavkirin lê di nav wan de hene ku hêj firarin û neketine dest.