Cîhan
Li dijî hêzên rejîmê êrîseke kujende: Gelek kustî…
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên cîhadî yên tundrew li rojhilatê bajarê Derayê êrîşeke kujende bi ser hêzên rejîma Sûriyê de pêkanîne.
Çavkaniyeke leşkerî ya artêşa Sûriyê ragihandiye ku êrîşkar komên çekdarên cîhadî bûne li nêzîkî bajarê Nabtah ê rojhilatê Derayê êrîşî ala kontrolê ya leşkerên rejîma Sûriyê kirine ku gelek kuştî hene.
Li gor wê çavkaniyê êrîşa şeva borî bi qasî du demjimêran ajotiye û komên çekdar piştî êrîşê ji deverê vekişiyane.