Cîhan
Li dijî HSDê teqîn: Kustî û birîndar hene!
PeyamaKurd- Li Dêra Zorê li herêma El- Bisêrê trempêleke bombebarkirî hate teqandin. Di encama teqînê de 18 kes hatin kuştin.
Di derbarê teqînê de Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Li Dêra Zorê li herêma El- Bisêrê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) trempêleke bombebarkirî hate teqandin. Di encamê de 11 çekdarên HSDê jiyana xwe ji dest dan. Di nava wan de hinek erkdarên HSDê jî hebûn. Ji xeynî van jî 3 jê zarok tevde 7 kesên sivîl jî jiyana xwe ji dest dan.
Heta niha di derbarê teqînê de ti daxuyaniyên fermî nehatine kirin û ti kesî jî ev êrîş negirtiye ser xwe.