Cîhan
Li dijî Husiyan operasyon: 36 kes hatin kustin!
PeyamaKurd- Ji Husiyên ku Îran piştgirya wan dike, 36 çekdar hatin kuştin. Di şer û pevçûnên li Yemenê de jî 50 çekdarên Husiyan birîndar bûn.
Di derbarê şer û pevçûnan de çapemeniya girêdayî Artêşa Yemenê daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê, li nêzîkî navçeya El-Melacimê li Çiyayê El-Beyyadê di navbera Husiyan û hêzên artêşê de şer derket. Di encama şêrr de 36 çekdarên Husiyan hatin kuştin. 50 çekdar jî birîndar bûn. Di derbarê kuştiyên artêşê de tu agahî nehatin dayîn.
Ji xeynî vê jî hêzên Artêşê di van 3 mehên dawî de 5 hezar û 151 mayînên ku ji aliyê Husiyan ve hatibûn bicihkirin, paqij kirin.
Niha jî Hêzên Artêşê, pêşveçûna xwe ya li nava bajarê Beydayê dewam dikin ku ev bajar di navbera Bakur û Başûrê welêt de weke derbasgehê ye.