Cîhan
Li Donbas a Ûkraynayê Rûsya 4 leskerên Ûkraynayê kust
PeyamaKurd – Li Ûkraynayê li herêma Donbasê hêzên terefdarên Rûsyayê li leşkerên Ûkraynayê xistin û di encamê de 4 leşkerên Ûkraynî hatin kuştin û 2 leşker birîndar bûn. Artêşa Ûkraynayê di ser hesabê xwe yê Facebookê de ragihand ku terefdarên Rûsya îhlala agirbesê kirine.
Artêş ragihand ku Rêxistina Ewlehiyê û Hevkariyê ya Awrûpayê ji babetê hatiye agahdarkirin. Wê grûba sê qolî ya bo Donbasa Ûkraynayê, li ser mijarê bi rewşa awarte bicive.
Bo çareserkirina krîza herêma Donbasê, Rûsya, Awrûpa û Ûkrayna grûbeka 3 qolî avakiribûn û di 27 ê tîrmeha 2020 an de biryara agirbesê dabûn.
Ji sala 2014 an heya îro li herêma Donbasê di ser 14 hezar kesan de mirov hatine kuştin.