TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Edîrneyê wesayîta koçberan qeza kir: 10 kes mirin û 30 jî birîndar bûn

📅 26 hezîran 2019 13:20

PeyamaKurd - Li navçeya Edîrneyê ya Merîçê wesayîta ku koçber tê de bûn, qeza kir. Li gorî daneyên ewil di qezayê de 10 kesan cane xwe ji dest û 30 kes jî birîndar bûn.

Walîtiya Edîrneyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên ewlehiyê xwestiye wesayît bisekine lê nesekiniye û qeza kiriye.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:

“Roja 26.06.2019an saet 04.45an hêzên cendirmeyan li dahma Taxa Buyuk Dogancayê guman birine ser wesayîtekê û jê xwestine ku raweste lê wesayît ranewestiyaye û baz daye û li dikanekê qelibiye. Di encama wê qezayê de 10  koçberan jiyana xwe ji dest da û 30 jî birîndar bûne.”

Parve bike: