TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Endonêzyayê bi mezinahiya 5,2 erdhej çêbû

📅 22 mijdar 2018 03:05

PeyamaKurd -  Li eyaleta Açeya li Girava Sumatraya Endonêzyayê bi şideta 5,2 erdhejek çêbû.

Saziya Meteorolojî, Îqlîm û Jeofizîkê ya Endonêzyayê (BMGK) ragihand ku li 10 kîlometro başûrê rojavayê paytexta eyaleta Banda Açeyê bi qasî 10 kîlometro li bin erdê erdhej çêbû.

Li gorî tesbîtên berahî zirara canî û maddî çênebûye.

Navenda Tsunamî û BMGKê alarma tsunamiyê neda.

Endonêzyaya ku li ser kemerbenda erdhej û volkanê ya ku weke "Çembera Agir a Pasifîkê" tê navkirin cih digire, 26ê Sermaweza 2004ê bi şideta 9,1ê erdhej çêbûbû û piştre jî tsunamî çêbûbû, ji ber vê welatên li derdorê jî bandor bûbûn 230 hezar kesî canê xwe ji dest dabûn.

Parve bike: