Cîhan
Li Enqerê li dijî HDPê operasyonek pêk hat!
PeyamaKurd- Li paytextê Tirkiyê li Enqerê vê sibehê li dijî Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ji aliyê polîsên Tirkiyê ve operasyonek hate kirin.
Hat ragihandin ku di operasyonê de Rêvebirên HDPê yê Enqerê Mahmut Emin Avci, namzetê wekîltiyê İpek Gûr, Serokê navçeya Çankayayê Ramazan Karakoç, Rêvebirên navçeya Keçiorenê Figen Oncû û Gûlhan Akinci, Kadriye Ozgan û Minibe Koç hatin binçavkirin.
Parêzeran gotin ku heye hijmara binçavkirinan zêdetir bibe.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got ku 10 kesên ku propagandaya PKK/KCK dikirin hatine binçavkirin.