TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Enqerê yekem civîna proseya çekdanîna PKKê birêve çû

Admin H
Nivîskar
📅 24 tebax 2026 19:48

PeyamaKurd - Li paytexta Tirkiyê Enqereyê Desteya Şopandin û Tespîtê ya ji çarçoveya yasaya çekdanîna PKKê de hatiye avakirin, bi serokatiya Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz û bi beşdariya berpirsên herî bilind ên ewlehî û dîplomasiyê civiya.

Di civînê de Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Serokê Îstixbarata Tirkiyê MÎTê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Berevaniyê Yaşar Guler, Wezîrê Navxwe Mustafa Çîftçî, Wezîrê Dadê Akin Gurlek û Sekreterê Giştî yê MGKê Oktay Memîş beşdarî kirin.x

Di civîna ku li Koşka Serokkomariyê pêk hat de, qanûna çarçoveyî ya bi navê “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku di Meclisê de bi 467 dengan hatibû pesendkirin hate nirxandin.

Rojeva sereke ya civînê diyarkirina rêkar û avakirina sê desteyan û "komîsyonên jêrîn" bû ku dê rasterast li ser pratîkkirina qanûna nû û proseya çekdanîna PKKê bixebitin.

Li gorî zanyariyên di medyaya Tirkiyeyê de tê çavrêkirin ku Abdullah Ocalan di nav "Komîsyona Çekdanîn û Siyasîbûnê" de cih bigire. Ji aliyê din ve çavkaniyên nêzî PKKê jî tekez dikin ku rola Ocalan di serokatiya vê komîsyonê de ji bo meşandina bêasteng a vê proseyê krîtîk e.

Parve bike: