Cîhan
Li Ermenistanê hilbjartina pêswext tê kirin
PeyamaKurd- Li Ermenistanê hilbijartina pêşwext ya parlementoyê tê kirin. Piştî xwepêşandanên meha nîsanê Nikol Paşinyan bû serokwezîr û bo li hilbijartinê pêşî veke, di meha cotmehê de îstîfa xwe dabû.
Li seranserê welatê Ermensitanê dengdayîn siet di 8 ê sibê de destpêkir û wê 12 siet dewam bike. Nisbeta tevli hilbijartinan li dora %60 e. Bi îhtîmaleka mezin wê partiya Paşinyan li pêş be û di pey de jî partiya Mureffeh Ermenistan be. Dibe ku partiya Sarkisyan bendê derbas nebe.