TR KU SO
FB X
Cîhan

Li eyaleta British Columbia ya Kanadayê rewsa lezgîn hat ragihandin

Admin M
Nivîskar
📅 20 tebax 2023 03:21

PeyamaKurd – Li welatê Kanadayê li eyaleta British Columbia bi sedema şewata daristanan bilez belav dibe rewşa lezgîn (awarte) hat ragihandin. Li seranserê Kanadayê îsal 14 milyon hektar seha şewitî.

Li eyaleta British Columbia ya Kanadayê agir bilez belav bû û şewata daristanê ya McDougall Creek gelek xaniyên li herêma Trader Cove û West Kelownayê kir weke terraf. Alavên agir giha ciyê geştiyaran.

Wezîrê rewşa lezgîn yê eyaletê Bowinn Ma ragihand ku ew fermana tehliya 15 hezar kesan daye. Di nav 24 seetan de agir ji 64 hektaran gihaye 6 hezar û 800 hektarî û dest bi tehliyan kirin. Şewat, nêzî bajarê Kelowna bûye û extiyarên di malên nêrînê de tehliye kirin. Li bajarê Yellowkinife %95 bajêr hatiye tehliyekirin.

Parve bike: