Cîhan
Li eyaleta Gîlan a Îranê 739 çalakvan hatin girtin
PeyamaKurd – Li ser binçavkirin û kuştina keça Kurd ya 22 salî ya bi navê Mahsa Emînî ji aliyê polîsê Îranê de, xwepêşandanên li Rojhilatê Kirdistanê û Îranê dewam dikin. Eyaleta Gîlanê ku dikeve rojhilatê bakûrê Îranê, di ser xwepêşandanan de tenê di nav eyaletê de 60 ji wan jin bi temamî 739 çalakvan hatine girtin.
Rêvebirê giştî yê asayîşa Gîlanê Azizullah Melekî ragihand ku di wexta xwepêşandanan de goya kesên ku ewlehiyê tehdîd dikin, polîs û artêş operasyon kirine ser wan û din ava wan de 60 heb jin, bi giştî 739 kes hatine girtin û weha dewam kir:
“Kesên hatine girtin piraniya wan li Gîlanê najîn. Hat tesbîtkirin ku ji bo li vê derê çalakiyan û kaosê çêbikin ji bajarên din hatine.”