TR KU SO
FB X
Cîhan

Li eyaleta Yenbe Amerîka û Siûdiyê tetbîqata hevbes kirin

Admin L
Nivîskar
📅 10 tebax 2022 16:30

PeyamaKurd – Di çarçoveya bernameya hevbeş ya leşkerî ya Siûdiye û Amerîkayê de, li eyaleta Yenbe ya Siûdiyê tetbîqata hevbeş hat kirin.

Li gor çapemeniya Siûdiyê da zanîn, di çarçoveya bernameya hevbeş a leşkerî ya Siûdiye û Amerîkayê de, bi beşdariya hêzên deryayî yên wan her du welatan, tetbîqateke hevbeş a leşkerî hatiye lidarxistin.

Herwiha çapemeniya Siûdî eşkere kir, tetbîqat li eyaleta Yenbe ya Siûdiyê hatiye lidarxistin û armanc ji vê tetbîqata han bihêztirkirina hevbeşî û hemahengiya navbera her du aliya ne ji bo cihbicihkirina projeyên hevbeş.

Herwiha hat ragihandin ku ev tetbîqata han her du salan carekê tê lidarxistin.

Parve bike: