Cîhan
Li Fransayê bi dirusmên ‘Allahu Ekber’ êrîs kirin: 3 kustî hene, jinek hatiye serjêkirin
PeyamaKurd - Li bajarê Nice yê Fransayê, nêzîke dêrekê bi kêran êrîşê xelkê kirin ku li gorî agahiyan 3 kesan di êrîşê de can daye.
Reutersê bi zarê şahidên bûyerê ragihandiye ku di êrîşê de jinek hat serjêkirin.
Li gorî ragihandina ajansan di êrîşa bi kêran a ku îro Pêncşemê li nêzîkî Kilîseya Notre Dame a li bajarê Nice ku dikeve başûrê Fransayê pêk hatiye de, terorîstên tundrew ên îslamî bi diruşmên ‘Allahu Ekber’ û bi kêran êrîşî xelkê kirin.
Li gorî zanyariyên dawî 3 kesan can daye û hejmarek kes jî di wê êrîşê de birîndar bûne.
Şaredarê bajarê Nice Christian Estrosi piştî bûyerê ragihand ku gumanbarekî êrîşê hatiye binçavkirin.