Cîhan
Li Fransayê çalakvan kirin ku hukumet li sê bajaran derketina derve qedexe kir
PeyamaKurd – Bi sedema çalakvanên xwendevan û Êlekzer li Fransayê çalakiyan ji tamê derxistin, rêvebiriya Fransayê li bajarên Douai, Wattignies û Denain ji bo 2 rojan di navbera seet 20.00-06.00an de derketina derve ya kolanan qedexe kir.
Serokwezîr Sébastien Lecornu, ji bo aramiya giştî bibe û kargehan biparêzin fermanê da parêzgehan. Li Fransayê slogana çalakvanan bûye: “Bîsmîiilah, tarî ket erdê”.
Li ser zêdebûna çalakiyan ku piraniya wan xelkê an ku koçberên ku ji derve de çûne Fransayê ne, serokê Amerîkayê Trump jî ragihand ku Fransa bila deriyê xwe ji koçberan re bigre.