Cîhan
Li Fransayê teqîn: 8 birîndar
PeyamaKurd- Li Fransayê li bajarê Lyonê, li ser kolana Victor Hugo teqînek çêbû.
Teqîn piştî nîvro li dora 5.30an de çêbû. Paketa ku teqiya tê de gelek bizmar hebûn û zerarê da dora xwe. Di teqînê de 8 kes birîndar bûn û di nava birîndaran de zarokekî hebû.
Devera ku teqîn lê çêbû ji aliyê polîsan de hat dorpêçkirin. Di derbarê teqînê de lêkolîn dewam dike.