TR KU SO
FB X
Cîhan

Li gelek bajarên Fransa xwepeşandan hatin qedexekirin

Admin H
Nivîskar
📅 22 cotmeh 2026 15:15

PeyamaKurd - Piştî bûyerên tundûtûjî û talankirinên ku di dawiya hefteya borî de di xwepeşandanên li dijî buhakirin û kêmbûna hêza kirînê de rû dan, hikûmeta Fransayê tedbîrên ewlehiyê xurt kir.

Ji bo protestoyên nû yên ku ji bo 24ê Cotmehê hatine plankirin, li seranserê welêt rewşa awerte hat ragihandin.

Li ser vî bingehî, li paytext Parisê û her wiha li bajarên Lille, Lyon û Grenoble xwepeşandan hatin qedexekirin.

Li Parisê qadên girîng ên mîna Qesra Elysee, Qada Bastille, Qada Komarê û Şanzelize ketin ber qedexeya çalakiya.

Tevî qedexeyê hemî komîteyên xwendekaran li Lyonê bang kirin ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Alîkarê Wezîrê Navxweyî yê Fransayê Jean-Didier Berger ragihand ku ji bo rojên pêş di asta herî bilind de rewşa awerte heye û hejmara hêzên ewlehiyê yên ku dê werin peywirdarkirin li gorî hefteya borî ji sedî 20 zêdetir e.

Berger da xuyakirin ku destûrên polîsan hatine betalkirin û ji bilî hêzên asayî, yekîneyên taybet ên mîna GIGN (Jandermeriya Taybet) û RAID (Yekîneyên Mudaxeleyê) jî dê li qadan werin bicihkirin.

Parve bike: