Cîhan
Li girtîgehekê 38 girtî bi vîrusa korona ketin
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Amerîkayê 38 haletên tûşbûna bi vîrusa korona li zîndaneke bajarê New Yorkê hatin tomarkirin. Belavbûna vîrusê li girtîgehan metirsiyeke mezin bi xwe re tîne ku nikarin parastina xwe bikin.
Hat ragihandin, piştî pişknînê derketiye holê ku 38 girtiyên di zîndana New Yorkê de bi vîrusa korona ketine û niha di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
Di 24 saetên dawî de, 46 kesan li Amerîka ji ber vîrusa korona mirine.
Heta niha li Amerîkayê hejmara kesên bi vîrusa korona ketine gihîştiye 26 hezar û 863 kesan û hejmara kesên mirine jî gihîştiye 348 kesan.