TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Goteborg a Swêdê teqîn: 16 kes birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 28 îlon 2021 21:36

PeyamaKurd -  Li bajarê Goteborg ê Swêdê di encama teqînekê de 16 kes birîndar bûn.

Televîzyona dewleta Swêdê SVTê ragihandiye ku berdevkê polîs Martin Hallberg daye xuyakirin, teqîn li gor demjimêra herêmî 04:48ê di avahiyeke li herêma Annedalê pêk hatiye.

Martin Hallberg ragihand, piştî teqînê şewat derketiye û 15 wesayîtên agirkuj destwerdan li şewatê kirine û ji ber teqînê 16 kes birîndar bûne ku ew rakirine nexwaşxaneyê.

Derbarê sedema teqînê de ti agahî nehatin belavkirin, lê li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Parve bike: