TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Guatemalayê çiyayekî agirîn teqî: 25 kes mirin!

Admin V
Nivîskar
📅 04 hezîran 2018 13:32

PeyamaKurd- Li Guatemalayê, Çiyayê Agirîn yê bi navê Fuego teqî. Di encamê de 25 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Saziya Qontrolkirina Felaketên Netewî ragihand ku Çiyayê Fuego xwelî, lat û êgir dipijiqîne û agir bi ser gundê El Rodeo de hatiye. Li gund gelek xanî di bin çemê êgir de mane û insan jî di nav çemê êgir de heliyane.

Ji ber vê bûyerê Balafirgeha La Aurora ya li Guatemala Cityê hate girtin.

Erkdarekî Guatemalayê ragihand ku ji ber ku ba ji aliyê terz ve hat, hinek agir û xwelî heta bi paytextê welêt jî hatiye.

Hikûmeta Guatemalayê ragihand ku vê bûyerê li ser jiyana nêzîkî 2 mîlyon insanan bandor kiriye.

Li Guatemalayê “Şîna Netewî” hate îlankirin.”

Parve bike: