TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Helebê 3 teqînên mezin çêbûn!

Admin V
Nivîskar
📅 18 tîrmeh 2018 17:21

PeyamaKurd- Îro li Sûriyê li nava bajarê Helebê li herêma Şêx Necarê 3 teqînên mezin çêbûn.

Li gorî agahiyên çavkaniya Sûriyê, li bajarê Helebê li herêma Şêx Necarê 3 teqînên mezin çêbûn. Hat ragihandin ku 3 moşek li herêmê ketine û ji ber wan teqîn çêbûne.

Li gorî hinek çavkaniyan jî bombeyên ku ji şer û pevçûnan mane, têne teqandin. Bombeyên ku ji ber şerr mane, bi qontrol têne îmhakirin û teqîn bi vî rengî çêbûne.

Ji xeynî van jî heta niha di derbarê teqînên li Helebê de ji aliyê fermî ve ti daxuyanî nehatine dayîn.

Parve bike: