TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Helebê êrîs kirin ser navendê: 5 kustî

Admin M
Nivîskar
📅 26 gulan 2018 19:46

PeyamaKurd- Li başûrê Helebê kesên nasmeya wan ne diyar êrîş birin ser navenda wezîfedarên mirovî û di encamê de 5 wezîfedar mirin û 2 ji wan birîndar bûn.

Serokê tîma wezîfedaran Raîd Salih ragihand ku di şevê de êrîş birine ser navenda li bajarokê Tel Hadye. Salih got ku kesên êrîşker avêtine ser navendê, destên xebatkaran girêdane, alav, cihaz, motorsîkleta wezîfedaran dizîne û paşî wezîfedaran gulebaran kirine.

Li ciyê bûyerê du keş jiyana xwe dane, du kesên din li nexweşxaneyê mirine û du kes jî birîndarin.

Yekîneya wezîfedarên xwebexş bi dilê xwe dixebitin û maaş nastînin. Bi sedema ku şewqa sipî li serê wan e û nîşaneya wan e, ji wan re dibêjin “şewqe sipî”.

Parve bike: