Cîhan
Li hepsê serhildan derket: 7 kes mirin û 25 jî birîndar bûn!
PeyamaKurd- Li Başûrê Guatemalayê li hepsekê serhildan derket. Di encamê de 7 kes mirin û 25 jî birîndar bûn!
Berdevkê hepsê Rudy Esquivel ragihand ku li hebsa bajarê Escuintlayê, ji ber şert û mercên nebaş îsyan deketiye. Di encamê de 7 kes mirin û 25 jî birîndar bûne. Birîndar rakirine nexweşxaneyan.
Esquivel got ku niha li nava hepsê polîsan qontol pêk anîne.
Hat ragihandin ku hepis ji bo 600 kesî ye, lêbelê di hepsê de ji 3000 hezar kesî zêdetir mehkûm dimînin.