TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Hindistanê Bahoz rabû: Herî kêm 18 kes can dan

Dilges Osman
Nivîskar
📅 03 hezîran 2018 17:40

PeyamaKurd - Li eyaleta Ûttar Pradeşê ya Hindistanê bi leza saetê 100 kîlometre bahoz rabû, stûnên ceyranê û diwar hilweşiyan, bi hezaran dar jî ji kokê xwe rabûn. Hate diyarkirin k udi bahozê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku 16 kes li eyaleta Ûttarê, kesek li Yenî Delhiyê û yê din jî li Chandîharh a li bakurê welêt ji ber bahozê jiyana xwe ji dest dan.

Ji serê meha Nîsanê ve li eyaleta Ûttar Pradeş ji ber rewşa xirab a hewayê herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li herêmên din ên welat zêdetirî 100 kesan jî bûn qurbaniyên bûyerên bahoz û rewşa xirab.

Li Hindistanê di mehên Havînê de bê navber bahoz radibin û dibe sedemê gelek mirinan. Îsal ji salên din bêhtir mirov ji ber bahozê mirin. Tê payîn ku rojên pêş de bahozên nû rabin.

Parve bike: