TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Hîndistanê hejmara pêketiyên Koronayê 3 milyon kes derbas kir

Admin L
Nivîskar
📅 24 tebax 2020 13:39

PeyamaKurd – Li cîhanê her diçe pêketiyên vîrusa Korona zêdetir dibin. Li Hîndîstanê hejmara pêketiyên vîrusa Korona 3 milyon kes derbas kir.

Li gor daxuyaniya karbidestên Hîndistanê, di sê hefteyên dawî de Hîndistan, di hejmara pêketiyên nû yên vîrusa Korona de di rêza pêşî de ye.

Herwiha Hîndistan, di hejmara pêketîyên vîrusa Korona de li dû Amerîka û Brezîlya tê.

Wezareta Tenduristiyê ya Hîndistanê diyar kir, heta niha 3,044,940 pêketîyên vîrusa Korona hatine tespît kirin û 56,706 kesan bi vîrusê can dane ku li Hîndîstanê 1,3 mîlyar kes dijîn.

Parve bike: