TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Hong Kongê xwepêsandan dewam dikin: 500 binçavkirî

Admin M
Nivîskar
📅 06 tebax 2019 01:52

PeyamaKurd- Li Hong Kongê bi sedema ku qanûnekî bo hêsankirina teslîmkirina gumanbaran bo Çînê derbixin, teklîfa derxistina qanûn dabûn meclisê û ew teklif hat protestokirin. Lê xwepêşandêr rastê êrîşa hatin. Xwepêşandêr jî bersiva wan, weka wan dan.

Li Hong Kongê bi sedema teklîfa qanûn,li seranserê welat biryara grevê heye û li dora 250 sefer zêdetir, seferên balafiran betal bûn. 15 rêyên diçûn balafirgehê û 3 tunel hatin girtin. Bi sedema xwepêşandêr rawestgeha metroyê îşxal kiribûn, di seferên metroyan de astengî çêbûn.

Li gor malpera fermî ya polîsê Hong Kongê; xwepêşandêr rêyan girtine, tiştnan davêjin polîsan û asayîşa giştî tehdîd dikin. Polîs ji xwepêşandêran xwestiye ku belav bibin û xaza îsotê herî kêm li hemberê wan bikaraniye. Xelkê deverê hatine agahdarkirn da derî û pencereyên xwe bigrin da zerar negihê nava malên wan.

Ji 9 ê hezîranê heya niha polîs 500 kesî binçavkiriye ku 82 kes ji wan îro hatine binçavkirin. Temenê binçavkiriyan di navbera 14 û 76an de ye. Di xwepêşandanan de 139 kes ji hêzên asayîşê birîndar bûne.

Sedema ku Hong Kongî li dijî qanûna ku dê derê, serî radikin û dibêjin kesên ku îadeyê Çînê tên kirin, li wan îşkence têkirin, wan keyfî dixin bin çav, pêvajoya darizandinê ne adilane ye û gelek sedemên din hene.

Xwepêşandêr dibêjin heya ew teklîfa qanûn bi paşde neyê sitendin, dê xwepêşandan dewam bikin.

Parve bike: