TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Hurmizê 2 keştiyên neftê şewitîn

Admin H
Nivîskar
📅 05 mijdar 2026 14:58

PeyamaKurd - Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdarên Îranê di daxuyaniyek de ragihand, şeva borî keştiyeke neftê dema hewl da di başûrê Tengava Hurmizê re di rêyek hatî qedexekirin re derbas bibe, bi mayîneke deryayê ket û agir pê ket.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin keştiyek din jî ya neftê dema hewl dida di aliyê Rojhilatê Tengava Hurmizê re derbas bibe, agir pêket û rawestiya.

Hat ragihandin ku piştre dema keştiyek kişandinê ji bo alîkarî û vemirandinê nêzî wê keştiyê bû, ewjî agir pêket.

Di heman daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên wan li Tengava Hurmizê du dronên ji cûrê Lucas bê bandor bikin.

Parve bike: