Li Hurmizê keştiya Koreya Başûr teqiya
PeyamaKurd - Şirketa HMM Company a Koreya Başûr ragihand ku di keştiyeke wan a barhilgir de, dema ku di Tengava Hurmizê re derbas dibû, di beşa odeya makîneyê de teqînek çêbûye û paşê agir bi keştiyê ketiye.
Rayedarên şirketê diyar kirin ku sedema teqînê hîna bi temamî ne diyar e û lêkolînên wan ên li ser mijarê berdewam dikin. Ev rûdan di demekê de pêk hat ku li herêmê dorpêça deryayî û operasyonên leşkerî yên welatên rojavayî hene.
Rewşa muretebatê
Wezareta Karên Dereve ya Koreya Başûr derbarê rûdanê de agahiyên fermî parve kirin. Li gorî daxuyaniyê, di dema teqîn û şewatê de li ser keştiyê 24 muretebat hebûn, ji van 6 kes hemwelatiyên Koreya Başûr û 18 kes jî hemwelatiyên biyanî ne.
Wezaretê destnîşan kir ku ew ji nêz ve rewşê dişopînin daku ewlehiya canî ya muretebatê biparêzin û zirarên keştiyê tespît bikin.