TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Idlib û Hemayê ser giran bû: 7 bajarok ketin…

Admin H
Nivîskar
📅 10 gulan 2019 21:51

PeyamaKurd - Li  û Hemayê şer û bombebaran didome. Balafirên şer ên Rûsya û rejîmê êrîşî gundewarên başûrê Idlibê û bakurê Hemayê kirin.

Rejîma Sûriyê 7 bajarok û gund xistin bin kontrola xwe. Li bejahiyên bakur û rojavayê Helebê jî şer gur bû û 13 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Ev 10 roj in gundewarê Idlib û Hemayê ji aliyê balafirên şer ên rejîm û Rûsyayê ve tên bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên Rûsya 14 êrîş li ser gundewarê başûrê Idlibê û bakurê rojavayê Hemayê pêkanîn.

Navendê diyar kir, di heman demê de li derdora herema El-Şerîayê şerên dijwar di navbera hêzên Rejîma Sûriyê û komên Heyet Tehrîr El- Şam de rû didin.

Herwiha li Hemayê di nav de zarok gelek sivîl di encama êrîşên li ser bajarokê Kernaz ê bakur rojavayê Hemayê de birîndar bûn.

Li bejahiyên bakur û rojavayê Helebê jî şer di navbera rejîm û komên opozîsyonê de gur bûye û di encamê de zêdetirî 13 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Parve bike: