Cîhan
Li Îdlibê teqîn: 2 sivîl mirin
PeyamaKurd - Li Îdliba bajarê Sûriyeyê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin û li gor agahiyên ewilîn du sivîl mirin, herî kêm 13 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Parastina Sivîl hat hildan, li navenda bajarê Îdlibê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin. Di teqînê da jinek û zarokek mirin.
Piştî ku ekîbên Parastina Sivîl midaxale kirin û şûnda, birîndar rakirin nexweşxaneyên der û dorê.
Ji ber teqînê avahiyên der û dorê û gelek wesayîtan zirar dît.