TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îngîltereyê, Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî dest pê kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 05 gulan 2022 16:34

PeyamaKurd-Li Îngîltere, Galler û Îskoçyayê, Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî dest pê kir û li bakurê Îrlandayê jî Hilbijartina Parlementoyê dest pê kir. Hat ragihandin ku bi hezaran berendam, ji bo 194 şaredariyan ketine pêşbaziyê.

Li Îngîltere, Galler û Îskoçyayê dê hilbijêr endamên meclisên şaredariyan ên 4 salan diyar bikin. Hat ragihandin ku bi giştî 4 hezar û 350 berendam, ji bo 140 şaredariyên Îngîltereyê, 32 şaredariyên Îskoçyayê û 22 şaredariyên Gallerê ketine pêşbaziyan.

Hilbijartinê vê sibehê bi saetên herêmî, saet di 07:00an de dest pê kir û dê saet di 22:00yan de were bidawîkirin. Hat ragihandin ku hemwelatiyên Civaka Neteweyên Îngilîz û Yekîtiya Ewropayê jî dikarin li Îskoçya û Gallerê dengên xwe bi kar bînin.

Anketên di derbarê van hilbijartinan de nîşan didin ku Partiya Sinn Fein a ku piştgiriya veqetîna ji Îngîltereyê û tevlîbûna Komara Îrlandayê dike, ji % 7 li pêşiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (DUP) e.

Parve bike: