TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îranê 2 kes hatin îdamkirin!

Admin L
Nivîskar
📅 08 tîrmeh 2023 16:40

PeyamaKurd Ji bo 2 kesan bi hinceta êrîşa li ser Perestgeha Şah Cerag a li Şîraz a Îranê ku 13 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, cezayê îdamê hat birîn.

Li gorî nûçeya Ajansa Tesnîmê ya nîvfermî ya Îranê, darvekirin îro danê sibê li kolana 9 a Şîrazê pêk hat.

Dadgeha Bilind a Îranê di 24ê Gulanê de ragihandibû ku cezayê darvekirinê li Mihemed Ramîz Reşîd û Neîm Haşimî hatiye birîn.

Dadgeha Bilind a îstînafê, tawanên “îsyana li dijî Xwedê, şerê li dijî dewletê û wêrankirina cîhanê” ku li gorî qanûna tawanan a Îranê sedema cezayê darvekirina Reşîdî û Haşimî bûye, biryar da.

Di 26ê Cotmeha 2022an de li Şîrazê di êrîşa çekdarî ya li dijî tirba Şah Çêrax de 13 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 30 kes jî birîndar bûbûn. DAIŞê berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.

Parve bike: