TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îranê hêvî nema: Paşeroja ji sedî 60ê xelkê nediyar e

Admin H
Nivîskar
📅 25 hezîran 2026 20:01

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê ku di heman demê de Serokê Rêxistina Karûbarên Civakî ya Welat e, li ser rewşa derûnî û civakî ya xelkê reşbîniya xwe anî ziman û ragihand, li gorî amarên fermî yên hatine tomarkirin, zêdetirî ji %60ê xelkê Îranê hêviya xwe ya bo paşerojeke baş û başbûna rewşa heyî bi temamî ji dest dane.

Seyîd Mihemed Bethayî, di civîneke rojnamevaniyê de dema amarên herî dawî yên sala borî eşkere kir got: "Ji ber alozî û kêşeyên bingehîn ên di rewşa jiyan û aboriya xelkê de, rêjeya hêviya bi paşerojê bi aweyekî berçav daketiye û ev rêje di asteke karesatbar de ye."

Di daxuyaniyê û raporên civakî de hate destnîşankirin ku rûbirûbûna krîzên piralî daxwaza jiyanê li cem welatiyan qels kiriye.

Sedemên sereke yên vê bêhêvîbûna giştî bi van xalan hatin rêzkirin: Hilweşîna aborî, zextên civakî, kêşeya rêvebiriyê û nebûna ewlehiyê.

Li aliyê din çavdêrên pîşeyî û navendên nefermî radigihînin ku ev dane ne cihê baweriyê ne, ji ber ku di rastiyê de karesata civakî û hilweşîna aborî ya li nav civaka Îranê gelekî ji van amaran girantir e.

Parve bike: