Cîhan
Li îranê ji ber Korona 162 kesan can dan
PeyamaKurd - Li Îranê ji ber sistkirina tedbîrên bergirtina Korona, pêla duyem a Korona destpê kir û li gor Wezareta Saxlemî ya Îranê ragihand, di 24 saetên dawî de 162 kes bi vîrusa Korona can dane.
Ev hejmar ji destpêka vîrusa Korona û heta niha hejmara herî zêde ya li Îranê ye.
Hikûmeta Îranê ji meha Nîsanê vir ve tedbîrên dijî vîrusa Korona sist dike, lê hejmara pêketî û mirîyên vîrusa Korona yên rojên dawî fikarên ser pêla duyê zêdetir kirin.
Bi sistbûna tedbîran, danûstandinên civakî zêdebûn, lê hin berpirs dibêjin, dibe ku ji ber zêdebûna testan hejmara pêketîyên vîrusa korona zêde bûye.
Li Îranê heta niha 225,000 kes bi vîrusa Korona ketine û 10,670 kesan jî can dane.