TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îranê otobusekî wergeriya: 11 kes mirin û 24 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 26 îlon 2026 14:55

PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Karkazî li ser rêya Saweh-Hemedanê otobusa di rêya xwe de diçû wergeriya û di encamê de 11 kes mirin û 24 kes birîndar bûn.

Li gor ragihandina TV ya Îranê; di qezayê de 11 kes li ciyê qezayê mirine û 24 kesên birîndar bûne û wan birine nexweşxanên nêzî ciyê qezayê.

Li gor polîsê eyaletê; sedema qezayê westandina ajotvan û bê xewiya wî ye lewra kontrola otobusê ji destê wî derketiye.

Navê kesên mirî û birîndar nehatin ragihandin û güzergâha otobus diçûyê jî nehat gotin.

Parve bike: