TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îranê ser: 3 parêzvanên sînor hatin kustin

Admin M
Nivîskar
📅 26 hezîran 2018 18:33

PeyamaKurd- Li rojhilatê başûrê welatê Îranê, li ser sînorê Pakistanê, li gundên bi ser bajarê Mîrcaweyê ku bi ser eyaleta Sîstan-Belûcistanê ve ye, di navbera grûbeka çekdar û hêzên asayîşê de şer derket. Di encamê de 3 parêzvanên sînor hatin kuştin.

Li gor ragihandina nivîskî ku baregeha Qudsê ya bi ser Artêşa Şorişa Îranê kir; do bi şev grûbeka ku dixwest derbasî sînorê Îranê bibe, di navbera wan û hêzên asayîşa Îranê de şer derket.

Di şer û pevçûnê de 3 parêzvan mirin û ji grûba çekdar jî 3 kes hatin kuştin. Yên mayî derbasî sînorê Pakistanê bûn.

Axa welatê Belûcistanê hinek jê li Îran, hinek jê li Pakistan û perçeyek jî di nava sînorê Afxanistanê de dimîne.

Parve bike: