TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Iraqê 3 fermandarên payebilind ji kar hatin avêtin

Admin H
Nivîskar
📅 28 nîsan 2021 23:33

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Iraqê Osman Xanimî, ji ber êrîşeke rêxistina terorîst a DAIŞê 3 fermandar ji kar avêtin.

Li gorî ragihandina medya iraqî Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanimî fermana dûrxistina ji kar a sê fermandarên payebilind da ku fermandarê polîsê zêrevanên sînor in.

Hat diyarkirin ku ew fermandar ji ber êrîşeke çekdarên DAIŞê ya ser rawestgeheke navçeya Erier ku dest danîbûn ser çek û cebilxaneya rawestgehê ji kar hatine avêtin.

Li gorî çavkaniyê ewlehiya Iraqê fermandarên ji kar hatine dûrkirin; Fermandarê navçeya pêncem a polîsê zêrevaniya sînor, Fermandarê lîwaya navçeya pêncem a polîsê zêrevaniya sînor û Fermandarê fewca sêyem li lîwaya zêrevaniya sînor a li navçeya pêncem a polîsê zêrevaniya sînor in.

Parve bike: