Li Iraqê cezayê 7 hezar û 900 mehkûmên îdamê nehatiye bicihkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Iraqê heta niha dadgehan cezayê darvekirinê li ser nêzîkî 7 hezar û 900 kesan sepandiye ku cezayên wan nehatiye bicihkirin.
Serokê lijneya çavdêriya bicihkirina bernameya hikûmetê li Parlamentoya Iraqê Hazim Xalîdî eşkere kir; 7 hezar û 900 kes li girtîgehên Iraqê ne ku cezayên wan ê darvekirinê heye, ku her çend bi salane cezayê wan ji dadgehê derketiye û hatiye pejirandin jî ceza nehatiye bicihanîn.
Xalidî gotiye, “Derengxistina serokatiya komar a ji bo îmzekirina cezayên darvekirinê, hêzên ewlehiyê bêhêz dike û terorîstan teşwîq dike ku kiryarên terorîstî bikin.”
Xalidî hişyarî da û diyar kir, heger serokomar cezayan îmze neke, wê demê parlamento projeyasayekê dê amade bike û ji ber desthilata dadwerî dikare biryarê bide heger serokomar di heyama 60 rojan de ceza îmze neke, piştî 60 rojan ceza dikare were bicihanîn.