TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Iraqê operasyoneke mezin dijî DAISê hat destpêkirin

Admin S
Nivîskar
📅 12 mijdar 2018 16:40

Peyamakurd - Hat ragihandin ku hêzên Artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî li parêzgeha Enbarê operasyoneke mezin li dijî DAIŞê dan destpêkirin.

Li gor daxuyaniyeke Heşda Şeibî, operasyon bi armanca jinavbirina pêgeh û stargehên DAIŞê yên li ser sînorê Iraq-Sûriyê û girava Sersar a li parêzgeha Enbarê hatiye destpêkirin.

 Di ragihandina Heşda Şeibî de hatiye diyarkirin ku qada operasyona hevbeş navçeyên başûrê qezaya Hezer heta girava Sersar û ser sînorê Sûriyê ye.

Parve bike: